cîhan aşe zemîn û asmanîş herdû berdaşe

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  244 Dîtin
cîhan aşe zemîn û asmanîş herdû berdaşe
emanhařêt be wêney dane wêłe axir em aşe
nîhayet çunke merge cumle naz û nî’metî dinya
le demma hênde bê tame le lay min çeşnî kamaşe
kiławî sexrîcnine ’eyb û nuqsanî eka penhan
berastî małî dinya û pare bo dinya widîn başe
meḧałe dyare naşařêtewe şewqî çira fanos
giřî ’eşqîş le diłda da’îme her aşkira û faşe
temaşay şewket û cah û celalî ḧusin û cwanîy ke
leber dergay eyaza padşahî ẍezne feřaşe
weha ḧałî nebît cewlangehî her asmane û bes
nişîmengahî teyrî řoḧî ’aşiq ’erşî e’laşe
îradey xwaye hendê sakînî mizgewte hendê dêr
kemalîNasnava edebî bê newaş gyan û diłî herwa le weşşaşe