le cwanî û dilberîda her wekû to êste mumtazî

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  282 Dîtin
le cwanî û dilberîda her wekû to êste mumtazî
minîş meşhûrî afaqim be ’eşqî nûkteperdazî
be hełwestan û awiřdanewe û sił kirdina gyane
muḧeqqeq bû le lam kar askekey seḧrayî - pîbazî
serî min çatre be xwa le futboł bîdere ber şeq
hetakû bom bibête ba’îsî fexir û ser efrazî
serim xo berde bazî pête dił lay xote her gyane
kemalîNasnava edebî bo ewey bîka le řêta meşqî gyanbazî
be îma yek keřet tałanî eqił û sebir û hoşî kird
serim suřma le sîḧrî dîdeyî mestî fisûn sazî
eger bo bende des da qapyewanî derkeket qurban
be çawî to qesem naydem be sed textî melîk ẍazî
selîs û nukte bazî to kemalîNasnava edebî şahîdin emřo
ke şagirdî hunermendî cenabî şêxî şîrazîNava taybet