bezmî dinya seyrî hêndê kuncî meyxaney ewê

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  520 Dîtin
bezmî dinya seyrî hêndê kuncî meyxaney ewê
saqî û camî şerabî nab û peymaney ewê
wişke sofîş bo ḧîsabî beynî xwa û xoy da’îme
wa le mizgewtaye her tezbîḧî seddaney ewê
hêndê dewrêşe behay û hûy le tekye û xaneqa
lûlk û tepił û def û pirç û xene û şaney ewê
hêndê wek mecnûn le pay herdey duceyla şêt û wêł
hawdemî weḧşî û řefîqî şît û dêwaney ewê
hêndê xawendî dûsed dê û qeyserî û baxe keçî
her diłî piř daxe text û tacî şahaney ewê
hêndê nanêk û qumê doy bê, eka şukirî xuda
qanî’e û řazî, jyanêkî hejaraney ewê
’eynî her wek sînemaye bezmî dinya çawekem
serserî seyrî nekey bîrî ḧekîmaney ewê
kem kesê peyda ebê meqsûdî xwayî û hîçî tir
seyrî herkes min ekem her derhem û ’aney ewê