be pûlê namewê meḧbûbeyek diłsaf û xoşřû bê
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
1 Xulek
1516 Dîtin
be pûlê namewê meḧbûbeyek diłsaf û xoşřû bê
fîday ew dilberem min ḧîlebaz û tund û cadû bê
dexîlim wênegir katê ekêşî şikłî ew şoxe
kemê wirya be şêwey çawî mestî ba xewałû bê
egate çerxî ḧewtem tay terazûy zû leber sûkî
le de’way cwanîya herkes legełta hawterazû bê
bese bê lutfî ey bê řeḧim û mirwet xoşt eyzanî
meḧałe gyan fîdayêkî wekû min řastigot bûbê
şukur xendey demî zîndûy eka dûbare paş mergî
eger ew nazenîne bêt û bo ser gořî mirdû bê
be kifnî ałewe şanazîye karî le meḧşerda
kemalîNasnava edebî herkesê wek to şehîdî tîẍî ebro bê