biłên bew şoxe babes perçemî çîn çînî dabênê

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  636 Dîtin
biłên bew şoxe babes perçemî çîn çînî dabênê
mekan û meskenî diłme newek řîşey bipçiřênê
ekem gyanim be qurbanî dem û lêwî şekerbarî
eger lutfî bibê ew meh cebîne pêm bida cwênê
wekû min ger bibînê taqî ebroy dilberim sofî
muḧeqeqme ke sucdey ber ebat û tobe eşkênê
şukur yarim legełma hawdeme da’îm be řoj û şew
řeqîbî pîsî bed sa ba le daxa xoy bixinkênê
be te’sîratî mey saqî çiray gonay ke hełgîrsa
diłî ’aşiq ebê perwane asa xoy bisûtênê
le çînî perçemit ger bay seba bonî biba bo çîn
řewacî mîskî eşkê ta qyamet qedrî namênê
ekem gyanim bełagerdanî bałat takû çawî bed
xuda nakirde nek ew şêwe şîrînet bişêwênê
le sayey wesfî lêwî şekkerînî toweye qurban
ke wa şî’rî kemalîNasnava edebî nirxî qend û şekker eşkênê