wextî wesłî ew perîzade weha bê ḧał ebim

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  442 Dîtin
wextî wesłî ew perîzade weha bê ḧał ebim
herwekû fê dar eger bê û giftugo kem lał ebim
gyanî şîrînim ekem qurbanî ew şoxe keçî
hênde bedbextim hetakû bêm le lay her tał ebim
yar witî pêm xamî ’erzim kird le botey ’eşqita
şerte cana xom bitawênim hetakû qał ebim
bê wefaye guł hemû dû hefte řûy xoy der’exa
min lemewla ’aşiq û mecburî diřk û dał ebim
newcewanan hênde ulfetyan be min dawe kemalNava taybet
seyrî ke bem pîrîye hertakû bêm mindał ebim