le dûrî to nîgarî bê wefa û dîn

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  695 Dîtin
le dûrî to nîgarî bê wefa û dîn
sefayêkî nîye çwarbaxî pênciwîn
bebê řûy tabdar û wirde xałit
nîye şewqî le lay min mang û perwîn
mehêłe řojî min řeş bê nîgara!
leser řû labde to zułfî piřçîn
qisey ’eşqî minuto hate meydan
îtir basî nema ferhad û şîrîn!
fîday ew çawe mestey ke kemalîNasnava edebî
jyan û ’eqił û hoş û sebir û temkîn