gyanekem bexwa le dûrîy to hemîşe şîn ekem

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  708 Dîtin
gyanekem bexwa le dûrîy to hemîşe şîn ekem
bulbul asa bo gułî řût girye û nałîn ekem
her be yadî perçem û řûy toye bexwa carbecar
eçme naw bax û temaşay lale û nesrîn ekem
ger bikem teşbîhî řût gyane legeł xurşîd û mang
tohmetêkî řûte teşbîhî bebê texmîn ekem
sabîte qurban wekû řengî xene naçêtewe
cejne sibḧeynê be xwênim dest û pê řengîn ekem
ger silêmanî bibête cennet û piř bê le ḧûr..
peşme lam her meylî wesłî yarekey pênciwînNava taybet ekem
çaweřwanim zułfî ladat ta bibînim řûmetî
hênde bê ’eqiłim le kafir min umêdî dîn ekem
her le şewqî lêwî şekkerbarî ew diłdareye
min ke wek tûtî kemalîNasnava edebî wa qisey şîrîn ekem