ke wesiłit dest bida bom hîç xeyałî ḧûrî ’în nakem
Li pirtûka:
            Dîwanî Kemalî
        Berhema:
                Kemalî (1886-1974)
        
             1 Xulek
             945 Dîtin
        
        
    ke wesiłit dest bida bom hîç xeyałî ḧûrî ’în nakem
geday berderkî to bim meylî fîrdewsî berîn nakem
kezułf û perçemî çîn çînî to sayey serî min bê
ebed ger bimdirêtê padşahîy mułkî çîn nakem!
le şewqî maçî lêwî şekkerînit dił weha meste
heta mawim xeyałî qend û nuqił û engebîn nakem
beheqqî cûte çawî mestî nazit gyanî şîrînim
be şew bê yadî řûy to ser leser goşey serîn nakem
nigînî xałî tom menzûre xakî berderit cême
suleymanNava taybet y zeman bim arezûy textî nigîn nakem