katê wenewşe û guł û řêḧane bo ekem

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  384 Dîtin
katê wenewşe û guł û řêḧane bo ekem
her yadî xał û perçem û řuxsarî to ekem
herwek gułebeřoje hemîşe ’ezîzekem
řûm wa leřêy qeładzeNava taybet û yadî to ekem
çeşnî derextî gendeł û pîrim egerçî min
herwek nemamî taze be yadit çiro ekem
řoyştî herdû çaw û diłim kewtine şwênî to
bê çaw û bê dił êstake her hatuço ekem
xo nawî toye wêrdî zimanim keçî ełên
fermûte gwaye muxlîsî to nîm diro ekem!