besteyî zincîrî zułf û daxdarî xałtim

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  303 Dîtin
besteyî zincîrî zułf û daxdarî xałtim
ey senem şêtî ziřey pawane û xiřxałtim
kohkendêkim le kêwî bêstûnî ulfeta
da’îmen şîrîn mezaqî basuqêkî tałtim
bîte ’enqayê le ewcî sûtna perwane to
bo ḧuzûrî şem’î meclîs ger biçît şehbałtim
besme saqî gerdinî mîna û lêwî camî mey
min ke şêtî gerdinî bêgerd û lêwî ałtim
gerdî min bo surmeyî dîdey ẍezałan dest eda
çunke kuştey taqî ebro û dû çawî kałtim
barî mînnet ta qyamet ehlî dił hełnagrê
bo behşitî wa dezanî zahîda ḧemmałtim
tom le pasengî sebuk meẍzanî ’esra danena
min be neqdî lefzî şîrîn muşterîy misqałtim
qet be ḧałî danenawe ḧemdîNava taybet jyanî bê kemal
ey kemalîNasnava edebî bê miruwet seyrî çend bê ḧałtim!