be dûrim têmege qelben muqîmî xakî dergatim

bo mamosta «bêxud»
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  396 Dîtin
be dûrim têmege qelben muqîmî xakî dergatim
be wêney qoçî qurbanî bełagerdanî bałatim
be yadî taqî ebroy toye ger wa řû le mîḧrabim
le şewqî çawî mestî toye derbanî xerabatim
le meḧşerda be mestî der’ehênim ser le xakî goř
weha mestî nîgahî nêrgizî mexmûrî şehlatim
le min hergîz meke qurban tełeb adabî hoş û fam
çel û mil bendeyêkî zeřxerîdey bê ser û patim
çi nezdîkî û çi dûrî bendeyî nabê le dił za’îl
be dûrim têmege qelben muqîmî xakî dergatim