zewî řazî xoy aşkira ka eger

zemîn
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  336 Dîtin
zewî řazî xoy aşkira ka eger
ewey wa le diłyaye bîxate der
ebînî le şîrîn swaran piře
le şahenşeh witacdaran piře
piřî merdî zanayî derya diłe
piřî nazenînanî řûmet gułe
be ser xakî em şehryaraneda
be ser em hemû guł ’uzaraneda
tikaye biray xoşewîst û ’ezîz
be serya meřo to be de’ye û be fîz
ke em xake gonaye, lêwe, deme
xet û xałe sîne û biro û perçeme
zemanê emanîş leser řûy zemîn
geřawin be kamî dił û pêkenîn
be derdî diłî zwîr û xemnakewe
le paşan hemû çûne jêr xakewe