wek nîgahit kird û nirxî badeyî sehbat şikand
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
1 Xulek
482 Dîtin
wek nîgahit kird û nirxî badeyî sehbat şikand
řût ke derxist gyane bazařî gułî ḧemrat şikand
zułfekanit şane kird nirxî şika mîskî xeta
pêkenît bazařî şekirî mîsir û belçîkat şikand
ke’be keç nabê ’ezîzim boç le lay zumrey řeqîb
to leser maçê be carê ’aşiqî şeydat şikand!
muḧtesîb natirsê bişkê şûşeyî namûseket
her wekû şûşey şerab û gerdinî mînat şikand
ey felek ya řebbî bişkê destî çerxî keçřewt
bê sebeb bo çî hezar şûşey diłî danat şikand
xakî dergaket çi îksîrêke sersamim ke bew
wa ke qedrî textî şahî xusrew û darat şikand
sîḧre eş’arî belîẍet ey kemalîNasnava edebî aferîn!
qîmetî şî’rî hezaran şa’îrî ẍeřat şikand