nîgarî bê wefa bo çî minit řîswayî ’alem kird

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  395 Dîtin
nîgarî bê wefa bo çî minit řîswayî ’alem kird!
be naheq boç minit dûçarî derd û meynet û xem kird
le mizgewta hemîşe her xerîkî nwêj û ta’et bûm
ke çî dû çawî mestit bo çî meyxaney be cêgem kird!
le lay lêwî ke dîm xałî řeşî sersam û ḧeyran bûm
witim bo çî leser awî beqa gewrî be hawdem kird!
huner řizqêkî zor û nî’metêkî gewreye bo pyaw
hunermend naşkure ger bêt biłêt xwa řizqimî kem kird
bizane bextyarît çunke baş têfkire wa gerdûn
kiřandî nuxtekey zor micirimErebîy xêra be miḧirimErebî kird