nîgarî bê wefa bo çî minit řîswayî ’alem kird

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  396 views
nîgarî bê wefa bo çî minit řîswayî ’alem kird!
be naheq boç minit dûçarî derd û meynet û xem kird
le mizgewta hemîşe her xerîkî nwêj û ta’et bûm
ke çî dû çawî mestit bo çî meyxaney be cêgem kird!
le lay lêwî ke dîm xałî řeşî sersam û ḧeyran bûm
witim bo çî leser awî beqa gewrî be hawdem kird!
huner řizqêkî zor û nî’metêkî gewreye bo pyaw
hunermend naşkure ger bêt biłêt xwa řizqimî kem kird
bizane bextyarît çunke baş têfkire wa gerdûn
kiřandî nuxtekey zor micirimArabicy xêra be miḧirimArabic kird