herçen

Li pirtûka:
Beheşt û Yadgar
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  1670 Dîtin
herçen beber melalî firem tenge qafîye
yek ’umrî xem henaseyekî sardî kafîye!
xozgey xemim be qełbezî serçawekey «zełim»
çaw wişkî kird û ew wekû xoy tafetafîye!
lay min çi camî neş’e çi mîḧrabî dînî ’eşq:
em çaw û ew biroy kiçe kurdêkî cafîye!
zincîrî zułf û çahî zenex wa le řêgeya
kê lew ḧîcazî ḧusne umêdî tewafîye
ta dê sirûr û sîḧḧet û sebirim ze’îf ebê
her teb’î ta sema le fîraqa munafîye!
tif lew jyane ke bê derdî ’eşqe asuwe
bex lew miley ke zułfî nîgarê tenafîye!
goranNasnava edebî, tema’î maç û wîsalî biřîwe lêt
yek îltîfat û nîwenîgayek kefafîye!