ey şewqî gelawêj

Li pirtûka:
Beheşt û Yadgar
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  1692 Dîtin
ey şewqî gelawêjî beyan nûrî nîgahit!
ey ’etrî seba boy nefesî zułfî syahit!
ey ḧusnî tulû’ wêneyekî feyzî ḧuzûrit!
ey ḧuznî ẍurûb řojî řeşî dûrîy tebahit!
ey koşk û seray baẍî beheşt meylî sewabit!
ey agirî dozex şererî xeşmî gunahit!
ey ’îffeteket daẍî ḧesed bo diłî cîbrîl
her bo hewes û ’îşweye xo lare kulahit!
çon meḧkemeyî ’eşq neda ḧeq be cemalit?
xendey lebî me’sûme îfadatî gewahit!
wek bilbilekey fecrî ezel wîrdime ey yar:
bo ew gułe wa xełqî eka ḧemdî îlahit!
bê ’eşqî heway payîze bo qelbî fisirdem
ey řojî behar merḧemetî tînî penahit!
bêdarîyekem zułmetî şew birdî qerarî
to û zułfî peşêw, derbixe sa çîhreyî mahit!
estêre hemû daẍî semay sînete «goran»
ey ’erşî ’ezîm nařeḧetî dûkełî ahit!