eger ẍem bêt be carê hoş û famim yek keřet laba

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  414 Dîtin
eger ẍem bêt be carê hoş û famim yek keřet laba
beçawî to qesem meylit le diłma zeřře lanaba
le mestan heqyetî tane bidat sofî ke neydîwe
şu’a’î ’eksî řûy dilber le pêkî badeyî naba
řewacî mîskî çîn yekcarî eşkê kem ebê nirxî
eger bonî le çîn û perçemî ew şoxe bîba ba
le qîble řûy be carê wergeřan bê îxtyar emřo
ke zahîd řûy nîgarî nazenînî dî le mîḧraba
be carê řojî řûnakim le ber çaw bû be şew emřo
ke destî ew nîgarem dî le des bedkarî seg baba