herwekû tîrî mujey da’îm le cergim gîr eka

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  527 Dîtin
herwekû tîrî mujey da’îm le cergim gîr eka
yar be tay zułfî diłî dêwaneşim zincîr eka
çawekey mestî diłî pêkam çi siřřêke ke wa
askî seḧrayî xeta şêrî jyan nêçîr eka
wa xetî da ew perî řûxsare řûy ca têgeym
em xetî řêḧaneye ayatî řûy tefsîr eka...
canfîday ew dilbere şoxem be nuqłî lêwî xoy
da’îma tîflî girînokî diłî min jîr eka
řê be zahîd qet meden bo meclîsî mestan eman
bedřewşte sed fisûn û ḧîle û tezwîr eka
ger le baxî estemûł û parîsabim peşme lam
dił hemîşe her heway gołgeştî baxî mîr eka
gwê mede şî’rî ḧesûdî bed kemalîNasnava edebî şî’rî to
saf û şîrîn û řewane her le şekir û şîr eka