le çawî mestî nazit şûr û fîtne ḧerb û şeř peyda

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  310 Dîtin
le çawî mestî nazit şûr û fîtne ḧerb û şeř peyda
le bałay to beła bo ’aşiqî bê pawser peyda
lesayey perçemî piřçînî to mîskî xeta herzan
le lêwit nuqil û ’unnab û nebat û guł şeker peyda
leşewqî řûmet û taqî biro û cebhet le řûy erza
wekû çerxî felek řoj û hîlalî nwê û qemer peyda
řegî řoḧî mine ew perçeme menziłgehî diłme
le şane zor etirsim boy bibê řenc û zerer peyda
xuda pêy dawî mał û mułkî dinya şête sa bîxo
denî teb’î ebê axir le cem’î zîw û zeřpeyda
xerabatî cîhan bo herkesê zewqêkî têdaye
be tenha bo kemalîNasnava edebî bê newaye derdî ser peyda