derdî ’eşqit wêłî deşt û herde û seḧram eka

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  637 Dîtin
derdî ’eşqit wêłî deşt û herde û seḧram eka
tûşî sed bed nawî û duçarî sed sewdam eka
wesłî to her ba’îsî fewtan û sûtanî mine
şewqî řût perwane asa emkujê û îfnam eka
çawekanit emkujê lakîn şeker xendey demit
da’îma bo kuştinêkî tazetir îḧyam eka
wek çiray fanosenaşarêtewe ’eşqî nîgar
ba le perdeşda bê axir ser serî û řiswam eka
min ebê sûçim çibê řojî ezel sułtanî ’eşq
dîl û yexsîrî kemendî perçemî tatam eka
çawekey mestit nîgarî meh cebîn bote sebeb
wa ke mexmûrî şerab û bade û sehbam eka