diłî zwîrim le ḧełqe û pêç û tawî zułfî zincîra

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  667 Dîtin
diłî zwîrim le ḧełqe û pêç û tawî zułfî zincîra
xelasî bû keçî dwayî be qullabî mujet gîra
be îma giftugoy da’îm legeł ehlî diłe ebrot
meḧałe key buwe xasîyetî bê tel le şimşîra!
eger siřřî demî to têbgen em xełke her wek min
nimek têkeł eken da’îm le pêkî şekker û şîra
le xewma awî serçawey jyanim noş ekird emşew
şukur sibḧeynê dîm maçî demî to bû le te’bîra
min û camî şerab û zahîd û endêşeyî kewser
be destî kes nîye ḧukmî qełem wabû le teqdîra
be xettî têmegen ah û henasey ’aşiqî zare
’urûcî kirduwe wa mangî řûy ew dilbere gîra
be yadî tûtî gewher barî ew da’îm ẍezelxiwanim
seba pêşkeş bike ’erzim le xizmet ḧezretî mîra