be yadî çawî mestî to enoşim badeyî sehba
pênc xiştekî leser şî’rêkî «salim» û ẍezelêkî ḧafiz
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
3 Xulek
797 Dîtin
be yadî çawî mestî to enoşim badeyî sehba
le şewqî gerdenî toye ke egirim gerdinî mîna
ebê neybê ẍemî dinya û ’uqba ’aşiqî şeyda
«bedel keyn ba be neş’ey mey xumarî mîḧnetî dunya
ala ya ayha alsaqî adir kasaً û nawilhaErebî»
binaẍey em cîhane ey birayîne leser baye
jyan řastit ewê derdî ser û endûhî sewdaye
nekey tefre bixoy bem pîre załey nawî dinyaye
«meḧellî řîḧlete dunya řefîq îmrûz û ferdaye
cirs firyad mîdard kih birbindîd miḧmilhaFarsî»
wekû hendê be şimşêrî biroy dilber birîndarnîn
be derdî ’eşqewe dił piř le derd û êş û azar nîn
le naw gêjawî deryay ’eşqida wak min giriftar nîn
«le bîmî mewcî deryay ehlî dił zahîd xeberdar nîn
kica danind ḧal ma sibkibaran saḧlihaFarsî»
le neş’ey çawî mestî dilberî beynêke serxoşim
ciger pêkirawî tîrî ẍemze, dił zamarî ebroşim
be maçêkî demî ew nazenîne gyanim efroşim
«qisey min şuhreyî şehre temate taze bîpoşim
nihan kî mand an razî kizu sazind miḧfilhaFarsî»
dexîlit bim qisey pîranî dinya dîde meşkêne
be to herçê biłê gyane be řê û cê û seruşwêne
ke çunke şarezaye to diłî hergîz meřencêne
«tu xwa herçî ełê nasîḧ le nêk û bed becêy bêne
kih salk bî xibir nibud z rah û risim minzilhaFarsî»
ke hełdênê be naz ew şoxe çawî çeşnî şahînî
îtir ’aşiq ebed namênê sebir û taqet û jînî
eka mirdû be xende zîndû lêwî mu’cîz ayînî
«ke badî subḧidem ałoz eka zułfanî çîn çînî
z tab ci’d mişkînş çih xun aftad dir dilhaFarsî»
le řêy ’eşqa hezaran padşa û sułtan û serdaran
hemû ’ewdał û řîswabûn le deşt û kûçeyî şaran
eman xotan biparêzin le fîtney dîde bexumaran
«meḧebbet zor be aşûbe be sehlî tê megen yaran
kih ’işq asan nimud awil wilî aftad mişkilhaFarsî»
kemalîNasnava edebî bem qisane xełk eken herçende gałte û geb
qubûłî ka eger diłdar û dił azarî şîrîn leb
be pasî derkekey řazîm le batî řutbe û menseb
«wîsałî dilbere salimNasnava edebî muqeddemtir le her metłeb
mitîٰ ma tilq min tihwîٰ di’ aldinya û ahmilhaErebî»