be cewrit řazye hergîz heway lutif û kerem naka

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  2021 Dîtin
be cewrit řazye hergîz heway lutif û kerem naka
diłim gyane be xem hogir buwe oxey le xem naka
eger destî kewê danîştinî ber derkekit ’aşiq
le ḧeşrîşda muḧeqqeq meylî fîrdews û îrem naka
ezanê cênşîn û warîsî mecnunî dêwanem
ẍezaley deştî çîn boye le min êstake řem naka
be xwênî ałewe ’aşiq heta serberzî meḧşer bê
nîgarim bo birînî tîrî, qet mełḧem kerem naka
le diłma hênde cêgîre emîn be gyanî şîrînim
le qebrîşa ke mirdim meylî to yek zeřře kem naka
fîday ew ’aşiqe řendem le sayey lêwî saqî û cam
weha mûsteẍnî û meẍrûre yadî camî cem naka
leherla tê’efkirî nûrî zatî ḧeq nimayane
qelender boye esła ferqî bitxane û ḧerem naka
qelender meşrebe ḧałî buwe ebřêtewe dunya
kemalîNasnava edebî heqyetî ger arezûy cah û ḧeşem naka