nazanim dîsan boç gerdûnî pîr

bo koçî fayeq bêkes
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 2 Xulek  530 Dîtin
nazanim dîsan boç gerdûnî pîr
qarî girtuwe piřqîne û zwîr!
egřê be ser serî yaranda
be hemû małê be dê û şaranda
le her cêgaye bibê danayê
ya şa’îrêkî şîrîn edayê
le pêşa xwênî wird wird emjê
le paşa be dax be derd eykujê
emsał wa zyatir egeřê kun kun
wekû mał dizraw gişt kun û qujbin
şîwenî zêwerNava taybet xo nebuwe tewaw
wa şînî fayq bêkesNava taybet hate naw
ey kake fayq ey şa’îrî kurd
xawen fîkirî bîkir xeyałatî wird
zor řenicit kêşa le řêy nîştiman
xot xiste bend û zincîr û zîndan
mełê bê kesim baş temaşake
temaşay deşt û çoł û seḧrake
le gewre û biçûk le pîr û cwan
le bo pêşwazît hezaran însan
le řêy hełebceCih wa çaweřwanin
hemû kesî ton çaw be giryanin
mełê: min mirdûm namrît nemirdûyt
felek le êmey her çend gum kirdûyt
bełam xo şêwe û yadit ta meḧşer
le çaw û diłda qet naçête der
ne şêwet le pêş çawman ebê win
ne yadit le dił eřwa ta mirdin...
te’rîxî koçî tom pirsî le dił
cwabî damewe diłey piř sikił
witî binûse to «yek dem û des
xida xoş bwe le fa’iq bêkes»