bo kiçêkî bêgane

Li pirtûka:
Beheşt û Yadgar
Berhema:
Goran (1904-1962)
 2 Xulek  3146 Dîtin
zor qijî zerd serincî řakêşawim
zor çawî şîn dawye pirşing le çawim
şan û mil û gerdinî řûtî bêgerd
singî nerim û memkî qutî tund wek berd
bejin û bałay kełeget û şox û şeng
leşularî kemêk goştin, kemer teng
pêstî sipî be xwênî geş meyle û ał
kułmî qełew, çenagey naweřast çał
dem û lêwî wek gułî berbeyanî
emane gişt, gelêkî tirîş cwanî
wek lencewlar, zerdexene, neẍmey deng
şermî tawtaw, nazkirdinî řengawřeng
hemûm dîwin karyan kirdote hestîm
serdemêkî ’umirim bûne hoy mestîm
hemû: yekyek yaxo deste be deste
naxî gyanyan bo piř kirdûm le beste
emanem gişt la cwan buwe û la cwane
bełam hergîz tenya cwanî emane
boy neşkanûm twînyetî û arezûy dił,
her geřawe melî birsîm çiławçił
le heç baxêk gułêkî sûrim dîbê
boy çûm hezar diřk le pêm çeqîbê!
her ewendeş gîrodey gułî sûr bûm
naşareza û pepûley dûr be dûr bûm
emca îtir kewtûmete beyayî
bo cwanêkî tirî pêş aşnayî
cwaney tirîş her wekû em cwanane
neytiwanîwe damirkênê em gyane
her sergerdan, her aware, her birsî
«boçî?» başe pêt biłêm ba, epirsî:
çunke katê dênête dî xozgey dił
cwanîy gyanîş hawkarî bê, cwanîy gił
leş ba herdey behar bê arayştî
asmanêkî ewê feř ba be giştî!
bo kiłołîm, řenceřoyîm, bedbextîm
ta êstake her nazdarê min nasîm
be řwałet çen pirşingidar û şîk bû
pêçewaney ewe, diłî tarîk bû?
koşî germ û derûnî sard û siř bû
zimanî nerim, nîhadî êcgar diř bû!
leber ewe, ey qijzerdî bêgane!
cîlwey cwanît le bîrim çê asane!
bełam ewey lêy wirûjandim hestim
ew kitêbî şî’reye date destim!
giran heta dwa henasey jyanim,
le bîrim çê ew cwaney day nîşanim:
dîwanekey «birons» ke neẍmey şî’rî
ełêy kiçe pê ekenê, yan egrî!