cwanî bê naw

Li pirtûka:
Beheşt û Yadgar
Berhema:
Goran (1904-1962)
 2 Xulek  3482 Dîtin
qijkałî lêw’ałî pirşingî nîgakał!
ey kiçe cwanekey sergona nextêk ał!
ey kiçe mengekey be dengî çipe dû!
gendemûy demuçaw, meçek hełnegirtû!
ey endam wirdîley nermołey êsk sûk!
ey bergî sakarit diłgîrtir le hî bûk!
řaste min řêbwarim, serpêyî eřwanim
bełam wa cwanîy to karî kird le gyanim
ełêy nek her êsta ’umrêkî dirêje
bew dest û pencanet birînim sařêje!
ey kiçe kałeke! cwanî tir ba zor bin,
le baẍçey behara gułbaxî ber xor bin,
ba řengyan perdaxt bê û cêgeyan serçił bê
be watey xełkî tir ba nawyan şaguł bê,
gyanî min bo tełê wenewşe peroşe,
ke le jêr sêberî tûtřika xamoşe!
le hemû asmana estêrey berbeyan!
exate diłî min hestêkî sipî û cwan!
le textêk hełdestê hezar û yek neẍme:
eweyan şîrîntir dête gwêm zor nizme!
kanîyekî řûnî ber tirîfey mangeşew:
le binya bilerzê mirwarîy zîx û çew,
cwantire le lay min le deryay bê sinûr
şepolî bate ber tîjgî řoj şiłp û hûř!
qijkałî lêw’ałî pirşingî nîgakał!
ey kiçe cwanekey sergona nextêk ał!
derbest nîm řêbwarim, derbest nîm řewtenîm
ezanî şipirze û derbestî êcgar çîm?
hî ewey nîgarêk le yadim kêşrawe,
şoxêkî nayabe, bełam ax, bê nawe.