gyane dwênê şew le nîwey şewda
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
1 Xulek
731 Dîtin
gyane dwênê şew le nîwey şewda
xewtibûm ke dîm le şîrîn xewda
qasîdê hat û nem zanî kê bû
mujdey da ke dîm namey toy pê bû
nametim wergirt name ser çawim
zor xoşî bexşî be diłey sûtawim
fermûte axo çilone ḧałit
bebê min tuxwa çone eḧwałit
be şew çî ekey çon řa’ebwêrî
le dûrîm çawit mawe ya kwêrî?
azîz nawêrim ḧałim beyan kem
wa çake derdim le to penhan kem
ba her nezanî eḧwałî zarim..
le dûrîy bałat hênd bê qerarim
le sed yekêkî ger bot beyan kem
basî derdî dił şermî hîcran kem
jengawî ebê awêney diłit
zerd ebê řuxsar wek peřey gułit
wa çake gyane ḧałim nezanî
ba ḧeram nebê lêt zîndeganî
her xom bizanim derdî diłî xom
tu xwa ba bo xom her xom xem bixom
ewende ełêm: laşe be bê gyan
çone be bê to minîş wam qurban