şa’îrêk hebû nawî humam bû

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 2 Xulek  556 Dîtin
şa’îrêk hebû nawî humamNava taybet
xełkî esfehanNava taybet şîrîn kelam bû
kuřêkî hebû zor cwan û lawçak
řûy be wêney řoj be şewq û řûnak
be ’eba û peçe eçû bo geřan
heta neybînin pyawan û jinan
řûy ger řût bwaye deste be deste
şwênî ekewtin be diłî xeste
řojê le řojan cenabî humamNava taybet
kuřekey xoy bird seḧer bo ḧemam
le tarîkî da kuřekey dana...
xoy serî eşt wek natir aza
se’dî şîrazîNava taybet be emrî yezdan
wa řêkewt çû bo şarî esfehanNava taybet
eyzanî ke wa cenabî humamNava taybet
legeł kuřekey çuwe bo ḧemam
xoy řût kirdewe çuwe jûrewe
be diłî pakî piř sirûrewe...
çuwe pêşewe zû bolay humamNava taybet
pirsyarî lê kird humamNava taybet paş selam
witî: xełkî kiwêyt şexsî hunermend
witî: şîrazîm merdî diłpesend
witî şîrazî bizane qurban
le seg zortirin xo le esfehanNava taybet
se’dî witî pêy: merdî hunerwer
le laman êwe le segin kemtir
witî to şî’rî se’dî ezanî
bom bixiwênewe bê dił giranî
se’dî witî pêy perdeye humam
xudaye la çê bigem be meram
têgeyşet eme se’dî ye humam
hełsaye serpê zû kirdî selam
witî se’dî gyan kuřekem bo to
pêşkeşt ekem be bê giftugo