řîşołey hejar řîşołey hejar

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 2 Xulek  356 Dîtin
řîşołey hejar řîşołey hejar
melî êsk sûk řîşołey hejar
tu xwa bes bike em dar û ew dar
bes bigre serban gwêswane û pasar
befir girtûye řûy zewî û nawşar
řeşayî nîye le dunya dyar...
ne dan ne genim hîç des nakewê
toş birsît ebê qezat lêm kewê
min dîmukiratîm melî herze kar
danit edemê be bar û teẍar
be peř û pořî herwek pořewe
be lence û lar û yałe şořewe
meweste be ban gwê pasarewe
quneyek bike û were xwarewe
ba bot řo bikem be arezû dan
le genmî sûrî wekû ałtûn cwan
be denûk cwan cwan bîçnerewe
xem û pejarem le bîr berewe
awit edemê be pyałey bilûr...
lanet bo ekem le heywan û jûr
ger arezût bê biçye naw qefes
diłim ḧazre buwe be qeqnes
biçore naw dił wek qefes tenge
be xwênî zamî cergim guł řenge
le befir û baran leweyşûmey ba
nahêłim hergîz bibînî serma
germ ebîtewe be şerarey dił
îsraḧet ekey řîşołey ser çił
minîş le des xem zû ebim řizgar
toş sermat nabê řîşołey hejar