xuda nanasrê be lîbasî caw

xwanasî
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  639 Dîtin
xuda nanasrê be lîbasî caw
be xeřqey diřaw cil pîne kiraw
be şertê xuda binasî be ḧeq
leber ke bergî sûrme û îstebreq
be kiławî qûçî awêney leser
be ’esa û kewłî pêstî bizin û meř
le mane hemû serfî nezer ke
be dił xwanas be şepqe leserke