çi xoşe katî cwanî ’eşqî yarî mah řuxsarî

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 2 Xulek  940 Dîtin
çi xoşe katî cwanî ’eşqî yarî mah řuxsarî
ke ’aşiq dił bida wek min be diłdarî wefadarî
le naw bax û gułistana heway safî çemenzarî
legeł yara bikey seyr û sefay bê tirsî eẍyarî
şerabî nab û gwêy aw û şewî mehtab û fesłî guł
xuřey aw û sedayî ’ûd û tar û neẍmeyî bulbul
şiney ba bêt beserma xoşe da’îm wa le řûy seḧra
bihênê bom hemîşe bonî ’etir û ’enberî sara
le lam xoşe be řastî cêgeyêkî wa û fesłî wa
legeł to ey nîgarî nazenîn ey şoxî bê hawta
bełam dûrbîn le çawî dujminan û xoyş û bêgane
serî to bê leser řanim desî min bigrê peymane
beřastî xoşe lam biçnim le baxî řûy nîgarim guł
le destima bê desî diłdar û bextyar bîn be kamî dił
bikeyn řaz û gile carcar binoşîn pêkî bade û mul
be dengî ya kerîmî qumrî û bang û seday bulbul
leser singim bê řût ałoz bika ba zułfî piř çînit
demî min bê leser dû lêwî ałî le’lî şîrînit
çi xoşe maçî kem serta be pê sîne û girîbanit
gehê dûçawî mexmûrit gehê zułfî perêşanit
dem wilêw û çenage û řûmet û serseng û memkanit
wekû ask eger sił key bikem gyanim be qurbanit
şewêkî wam ewê bo tołeyî şewgarî cyayîman
hetakû tazekem dûbare yadî aşnayîman