pyawê be tûndî řojêk le nakaw

nemawe temîyz
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  534 Dîtin
pyawê be tûndî řojêk le nakaw
řaykirde małêk zwîr û peşokaw
leşî elerzî hoşî nemabû
řengî řûxsarî zerd hełgeřabû
xawen mał witî bo çî şêwawî
birakem boç wa hełbizřikawî
cwabî dayewe witî ey bira
be suxre egirin ker be emrî şa
witî: çawekem to ker nît pyawî
’eybe lam waye to xełefawî
witî pêy bexwa ey biray ’ezîz
lem zemaneda nemawe temîyz
eger bimgirin biłên to kerî
kurtanim lêken herze û serserî
hezar hawar kem bê sûde bexwa
lem wiłateda ferq û temîyz kwa!