řojêkî payz le pêş nîweřo
lale bas
Li pirtûka:
Dîwanî Diɫdar
Berhema:
Diɫdar (1918-1948)
2 Xulek
1380 Dîtin
řojêkî payz le pêş nîweřo
lale basim dî zewî edato
řût û zig wała, pîr û têkşikaw
piştî çemawe, lût leser ejno
goçanî destî destendûy cût bû
dengî nûsabû be hê hê û ho ho
hey mandu nebî laloy cûtyare
witî: her bijî řołey leserxo
witim: karî cût, řencî lawêtî
zor dûrin legeł pîrêkî wek to
řesûłeyî kuřit řenicberî çake
zelamî milhoř, lawî çust û co
kwa bo çî cûtit lebatî naka
bo çî to nada, bo çî nabřê şo
hendê pêkenî, seyrêkî kirdim
destî xiste ser řîşî wek pemo
agirî diłî le her dû çawî
biłêsey eda wek cûtê pişko
witî: le hawîn kêxa kake sûr
hate małewe pêy witim: lalo
şayedî bide zewî «zêřîn doł»
ke wa hîn mine qur’anîş bixo
witim: kake sûr, bem ser û řîşe
obałî xelqî naxeme esto
witî: herweha be serî aẍa
etkeme pořî ber çengî heło
bo şew zelamî henarde serim
małyan dame ber şîlîngî biřno
sê mangam hebû be tałanî bird
minałî hêştim, bebê mast û do
hendey pê neçû, ’ezey sałḧ aẍa
le serî kirdim bo ḧîssey tapo
çûme xirabe: witim aẍe gyan
miłkim hîn xome qeydin le tapo
pêy witim: pîrey simêł kilkese
ya tapo bide, ya bar ke û biřo
dû sê řeş û řût wiłaẍyan hêna
deẍłyan bar kird be lê lê û lo lo
kêxway çembeřîş řesûłey pet kird
kirdî be ’esker, birdî le bo ko
le koye çûme lay zabit witim:
efendî ’umirim geyye ḧefta û no
bêcge lem kuře wecaẍim kwêre
be minî bibexşe memke řenceřo
zabit tûře bû hełsaye ser pê
fiřêy dame der, be pałepesto
pêm wit: lale bas paret bidaye
řesûł mi’îl bû bebê giftugo
witî: pare û min? hey xakim we ser
birya emzanî, ey xudaye bo?
ewa çil sałe zewî ekêłim
fellaḧî ekem hetakû emřo
nirxî areqey řûnî mandûyîm
tîke nanêke, çe nan? nane co ewîş bebê do