ey nazenîn
Li pirtûka:
Dîwanî Diɫdar
Berhema:
Diɫdar (1918-1948)
1 Xulek
1622 Dîtin
ey nazenîn, řeway tewncî nazenîn, xo taze nîn
bîstim ełêy ke bêwefam
bê şerim û řeng û řû welam
le banêka hezar hewam
bełam eger bem çeşne bam
lem sengesarye çon emam
bełê le lay naḧez weham
bełam... bełam
emin gîrodey dawî tom
gîrodey zułfî xawî tom
debeng û mestî çawî tom
melêkî bał şikawî tom
be şêtî nawziřawî tom
xudaperistî nawî tom
ey yarî xom
ke tîşkî tom le řû pija
gułî umêdî pê buja
zûxawî pestî lê řija
’alem le tawa pêy heja
şêt bû be carê têk qija
hemaney pendî hełirja
çi hełřija?
ca cařîda ke serserîm
le řewştî çak bêberîm
nawî ziřanduwe bedfeřîm
bê ’eqił û lamlî, kiřîm
dûřû û dûpişt û zor werîm
nîşaney çake û bê berîm
derbederîm
ey nazenîn, řeway em taze nazenîn, xo taze nîn