ey nazenîn

From the Book:
Dîwanî Diɫdar
By:
Dildar (1918-1948)
 1 minutes  889 views
# ey nazenîn # řeway tewncî nazenîn, # xo taze nîn # bîstim ełêy ke bêwefam bê şerim û řeng û řû welam # lebanêka hezar hewam bełam eger bem çeşne bam # lem sengesarye çon emam bełê le lay naḧez weham
bełam... bełam
# emin gîrodey dawî tom gîrodey zułfî xawî tom # debeng û mestî çawî tom melêkî bał şikawî tom # be şêtî nawziřawî tum xudaperistî nawî tom
ey yarî xom
# ke tîşkî tom le řû pija gułî umêdî pê buja # zûxawî pestî lê řija ’alem le tawa pêy heja # şêt bû be carê têk qija hemaney pendî hełirja
çi hełřija?
# ca cařîda ke serserîm le řewştî çak bêberîm # nawî ziřanduwe bedfeřîm bê ’eqił û lamlî, kiřîm # dûřû û dûpişt û zor werîm nîşaney çake û bê berîm # derbederîm # ey nazenîn, # řeway em taze nazenîn, # xotazenîn