mindałî hîwa kûlekey diłan

mindałî hîwa
Li pirtûka:
Dîwanî Diɫdar
Berhema:
Diɫdar (1918-1948)
 2 Xulek  1056 Dîtin
mindałî hîwa, kûlekey diłan
taze ẍunçekey nêw baẍî gułan
herçende seyrî nêw çawit dekem
nabînim gerdê ne zor û ne kem
řûnîy çîhrey to wek asmanî saw
wextî lêy dabê piřşingî hetaw
tîşkî umêdî ser diłî tarî
le asmanî řût eda dyarî
sîweylî çawî birîqedarit
řûnakî pakî wêney řuxsarit
xendey bê fêłî lêwe ałeket
neş’ey dû çawî mest û kałeket
bê şik pêşengî mujdey diłşadîn
ya neẍmexwanî baxî azadîn
umêdî dwařoj, řołey hîwa, toy
xawenî fîkirî bîkir û bała toy
hîwam be toye ey taze minał
beyanî bibye nimûney mîsal
em qisaney min ke wa bot ekem
bizrîngêtewe le gwêta her dem
řastigo be daym qet diro nekey
wextit bebê sûd to ledes nedey
têkoşe daym her wekû heng be
le mîdanî jîn amadey ceng be
ewa pêt ełêm çakî bizane
jyanî merdî barî girane
nek wa bizanî wek jînî dwênê
dexoy û denûy lenaw nwênê
ewe jîn nîye ke wek jin bijît
ebê hem awaz û hem mezin bijît
řojî ke hat û to pêgeyştî
çawit kirdewe le jîn geyştî
ebînî jyan kêwêkî berze
řêgey xwar û xêç be tirs û lerze
gişt kend û kosp, dewene, dare
piř le diřinde û dûpişk û mare
ser řêget hemûy daneye û dawe
nadan û dana lewa damawe
gyanekem ebê to lem řêgaye
lem dane û dawe û çerx û dezgaye
gelê mandû bî, areq biřêjî
em derd û êşe yek yek biçêjî
leřêy serkewtin ebê pêş kewî
heta bikewî, zyatir ser kewî
nîşanî tîrey xot bidey řêga
ke řîz bibestin, biřon be şwênya
to ebê çiray zanistî hełkey
destim dawênit, řêga win nekey!
bîr û hoşî xot be kar bihêne
em dane û dawe yek yek bipsêne
takû derkewê le hemû dinya
çendyan kird bimrê, ke çî kurd her ma