hełbestî řencaw

Li pirtûka:
Beheşt û Yadgar
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  2253 Dîtin
key tom dîwe? key etnasim? key? key? key?
diłdarî çî? peymanî çî? ḧey? ḧey? ḧey?
wek sîḧirbaz hatûy bendî delese
exeyte pêm, dîlim ekey, na bese!
bes tefrem be, bes be efsûn gêlim ke
bes kwêrim ke, emca duşmin şêlim ke!
gwêm piř buwe le efsane y diłdarî
be le’net bê zuhrey cwanî û ’eyarî!
’umrî cwanîm le hêlaney bêřenca,
çen bê tase, çen asûde egunca?
ta nasîmit, ta xot hawîşte ser řêm
ta dêwcame t řagirt nîşanit da pêm
hawar! tumez lewdîw perdey guł gułîn
lekara bû! bîrî bed, destî xwênîn!
be le’net bê zuhrey cwanî siruştî,
da’eflîqê her diłê kewte miştî!