bo xanmêk

Li pirtûka:
Beheşt û Yadgar
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  2219 Dîtin
qasîd witî pêm: bigre sebir, xanim ewa dêt
sa fermû, sebir bê be fîday xakî berî pêt!
ḧesretkeşî ew şan û mil û gerdine řûtem
wexte bimirim bo nefesî bonî twalêt!
ahim buwete hewrî berî tînî hetaw bot
firmêskim eda nim le hemû saḧeyî ser řêt!
her dyarî ke da ḧaşyeyî ḧusnî milûkît:
bo řesmî selam nebzî diłe zerbî tirampêt!
ger bêt û bifermûy, melîkem! meylî nişîmen
bew xwaye leser dîde ekem tesuyeyî cêt!
emca be peřubałî teř û fênkî bose
têr têr esiřim, xanmekem! gerdî sefer lêt!
nazanim ebê çon bigeme basî wîsalit
to xwajnî cwanîyt û ekem fertî ḧeya lêt?