min řułey kurdistanim

řołey taze (leser weznî «swît hum» ewtirê)
Li pirtûka:
Dîwanî Diɫdar
Berhema:
Diɫdar (1918-1948)
 1 Xulek  1304 Dîtin
min řułey kurdistanim
taze řułey kurdanim
takû wiłat serkewê
fîdaye řuḧ û gyanim
***
pêwîstîm be zanîne
zanîn binaẍey jîne
ger gelê bê zanîn bê
ger zîndûş bin mirdîne
***
ême beyanî gencîn
lem xakeda le řencîn
řenicdan nîşaney gence
êmeş xulqawî řencîn
***
weten baẍî cînane
muḧtacî bazû û şane
her kesê koşşiker bê
lem baẍe baẍewane
***
weten muḧtacî toye
řêgaket custucoye
mîlletê sist bijîtin
le meydan wekû goye