dił le beynî tel’etî řû zułfekey deycûrte
legeł (’ewnî) beyekewe dayan nawe
Li pirtûka:
Dîwanî Diɫdar
Berhema:
Diɫdar (1918-1948)
1 Xulek
1442 Dîtin
dił le beynî tel’etî řû û zułfekey deycûrte
gahê meylî şew ekat û gahê meylî nûrte
beḧrî ’ummanî siruşkim wa bedem giryanewe
piř le daney gewhere hem le’lî wêney sûrte
badeket piř jehrî mar bê, pêm bidey noşî ekem
çunke teb’im hênd mutî’e bendeyî mîsûrte
sa ezanî çend peşêwe ew diłey bîmarî min
pey kirawî tîrî ẍemzey çawekey mexmûrte
asmanî ḧusnî řuxsarit le ebro û çerxî řû
taqî ebrot dû hîlal û çerxî kułmey xûrte
xunçekey neşkufteyî lêwit le baẍî meqsedim
ta demî pişkotnî dił bulbulî menzûrte
arezûy em şî’re diłdarNasnava edebî to le ’ewnîNasnava edebî bo ekey?
çunke em ẍembare da’îm bûten mecbûrte