çawekanim lêł û wêł bû kwa sitarem dernekewt

umêd
Li pirtûka:
Dîwanî Diɫdar
Berhema:
Diɫdar (1918-1948)
 1 Xulek  1918 Dîtin
çawekanim lêł û wêł bû kwa? sitarem dernekewt;
dił letawî derdî kiłpey send wekû awir û newt
řoj hełat û zîndegî da, giştî ’alem kewte îş
çawenořî ufqî dûrim řojî min kwa? dernekewt
ey xudaye! tarîy nîgbet key ebê laçê xuda?!
ta be key çengeçirirê min sa legeł to heşt û ḧewt
besyetî diłdarNasnava edebî zemanî şi’rî bê me’na nema
hełse çarey derdeket ke bê tefekkur řêge çewt
bêt û espê çend esił bê swarî çalakî nebê
qabîle derçê le mîdanî cîdal û cêge řewt?!