çi debê ger le řeqîbim diłim azarî bibê

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  645 Dîtin
çi debê ger le řeqîbim diłim azarî bibê?
her gułê bulbulî bê ḧukme debê xarî bibê
manî’e bo guzerî dił le řuxt zułfî syah
gencî bê her terefê şerte debê marî bibê
zeḧmete ’uqdeyî xatir be wîsałîş wa bê
qorẍeyî bose dekey wa lebî min barî bibê
nayełê lezzetî wesiłit le diła cewrî řeqîb
şadmanî nîye bo ew kese eẍyarî bibê
le řehî keşmekeşa canî hemîşe hedere
’aşiqî bêdił eger diłberî ’eyyarî bibê
be şewê řenge bełed bê le ẍemî tûlî fîraq
ger tebîbim wekû min dîdeyî bêdarî bibê
can nîsarî řehî cananeye salim be ebed
letî ka tîẍî cefa ger diłî înkarî bibê