ebed qet setrî endamit be tay camey ketan nabê
Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
1 Xulek
782 Dîtin
ebed qet setrî endamit be tay camey ketan nabê
bełê şewqî çira ełbet le fanûsa nîhan nabê
le custendaye mujganî be teḧrîkî biro ey dił
ḧezer lew turke bo nakey ke bê tîr û keman nabê
buxarî mewcî eşkim řewneqî dêbayî řûy labird
meta’î mayeyî tacîr le derya bê zyan nabê
le řûy to mehřuxî ger bête meydanî cedel sehwe
egerçî ta myan mûy bê wekû to mûmyan nabê
le me’nay şî’rî metłûba debê îzharî metłeb kem
eger diłdarî sengîn dił le salimNasnava edebî diłgiran nabê