marî mû bo baẍî řû perjîn dekey

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  636 Dîtin
marî mû bo baẍî řû perjîn dekey
kafrî bê dîn emînî dîn dekey
bo cewabî yek su’alî min le çaw
her nezer tîrî nîgeh te’îyn dekey
şî’rî ferhadNava taybetm dexond lêwit gezî
ye’nî: bo teḧsînî řûy şîrînNava taybet dekey?!
yadî wesił ey dił le hîcra muşkîle
way le deyda meylî ferwerdîn dekey
řût muneqqeş bû le nezmî çetir û xał
řoj û şew her meşqî neqşî çîn dekey!
xem debê çewganî zułifit bo zenex
weh çi xoş bazî be goy sîmîn dekey!
’eybî salimNasnava edebî bo dełêy, wa’îz le ’îşq
kufre bo to men’î řêgey dîn dekey!