ey dîde wa dyare ke to abřûm debey

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  498 Dîtin
ey dîde wa dyare ke to abřûm debey
bem new’e ger le meclîsî bêgane girye key
em şew çi bû supahî xeyał axrî nehat
nabin beqed feraxîyî dił kerbela’Nava taybet û řeyNava taybet
lew wextewe ke dûre le min řûy beharî to
řûy kirdûm xezanî fîraqit be řengî bey
yekdem eger bigate lebim lêwî şehdî to
bo min hemîşe nexil sîfet engebîne qey
geh dił esîrî zułifte geh şadî bosete
zîndey dekey be abî beqa deykujî be ḧey
zahîr buwe le ah û dił û řoj û řûyî min
ewqatî qews û fesłî xezan û temûz û dey
mexmûre dîdeket le xew û bade hem le ew
xew çakî send le dîdeyî to întîqamî mey
řût çerxî ḧusin û xałî lebit qutbî sabîte
meşẍûłe dił be gerdişî dewrî wekû cudey
gwêm girtuwe hemîşe le nałey ḧezînî dił
salimNasnava edebî! le ẍurbeta çi bete’sîre dengî ney