mehî dey hat û çû řaburd şewî dey

le wesfî walîy kurdistanda
Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 2 Xulek  510 Dîtin
mehî dey hat û çû, řaburd şewî dey
desa dey mey biden, emca peyapey
xełasim ken ledes ẍem, mutrîb aman
be dengî berbet û çeng û def û ney
de bê saqî le mey ’îsa nefes, bê
be neş’e murdeyî sed sałe key ḧey
zumuřřud řenge seḧra û bade gułgûn
heta key kahîlî? çengê, dexîl, dey
çi řengîne, be mestî, řûyî saqî
çi diłgîre seday hey bêne mey, hey
’eceb sefwetdehêke mey, ḧeqîqet
le dił bîrûn deka ẍelil û ẍeş û ẍey
be yeẍma çû, hemîsan taqetî hoş
le çawî mestî saqî, of xuda, wey
suraḧî! wa le perdet mey dyare
nîhanî qet nîye řazit çi fîtney?!
tenk zerfî meken aman ḧerîfan!
letîfe mey, be ’efwa ba nebê qey!
le sayey dewłetî walîyî wala
le her sû bezme wek ceşnî cemNava taybet û keyNava taybet
le bîmî şeḧneyî ew, êste řehzen
nemawe, her le besraNava taybet ta be řêy řeyNava taybet
îşarey berqî tîẍî řojî meydan
be çalakî deka espî qîran pey!
meh û mahî be cewlanî deka řêş
le zerbî simmî espa û nûkî nêzey
dezanin bo mesîḧa kewte pişt řoj?
letaw ewcî bułendî darî teqłey
zuhûre şêweyî fîrdews û dozex
le ceşin û bezmîy û qehir û felaqey
bedenpoş, ger muzeyyen ka be doşî
depoşê pertewî xor, şewqî şemsey
eger meylî kerem ka teb’î şoxî
dekate merd dûnan, ḧatemî tey
be xassîyet wekû zumřûte ’edlî
debê sa duşminî kwêr bin wekû ḧey
le baẍa bîdî mecnûn zor be de’be
ebed, ta bê be sucdey ew deba pey
řeh û řesmî yelî, ger bête xatir
deka şeq sîneyî qeyser be deşney
eger bê meylî řaw ka bo tefeřřuc
dekate se’we tuẍřul çingî waşey
be dengî tepłî baz ger bazî berda
’uqab wek karewan mate le ḧemley
xudaya! sa le řêy saqîyî kewser
heta bê baẍ û tak û şax û řîşey
be bezim û kameranî û ’eyş û ’îşret
le badey lutfî ḧeq piř bê pyałey