bo pasî řû le tuřřeyî mû marî erqemî

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  817 Dîtin
bo pasî řû le tuřřeyî mû, marî erqemî
çîn çîn ḧesarî bestuwe, her sû be meḧkemî
cuz xałî to ke laleyî dił daẍdare lew
kê dîy ebed le kuncî leba ’eyşî hemdemî?!
menna’e bo tulû’î seḧer şew le bextî min
ey badî subḧidem! were sa labe perçemî
zexmim ke eşkebûsîye, nazanê ḧałetim
neydîwe her kesê le mujet tîrî řostemî
guł nayewê le bulbulî şorîde ẍeyrî merg
’aşiq şu’ûrî bê, emete şîqqî eslemî
nezdîke ger cewabî fîẍan xende bête gwêm
nazanî derdî dił çi deka? to ke bê ẍemî
bo çî debê ke ’erzeyî salimNasnava edebî berî nîhan
ey dił ke to be xełwetî canane meḧremî?