dił le ḧelqey çînî zułifit ey besa zencîrî dî

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  834 Dîtin
dił le ḧelqey çînî zułifit ey besa zencîrî dî!
sîneyî řêşim le ẍemzet bes nîşaney tîrî dî!
ew le min zyatir ledest ’îşqit yexey xoy pare kird
nasîḧim wextê le meşqî ’arîzit teswîrî dî
bałî mujganî le perwazaye bazî çawî yar
xoş le cewlanaye baqił yek teref nexçîrî dî
zerfî dił bû dû let û puxt û pezî fîkirim řija
řûbeřûy to wa le ebro buřřişî şemşîrî dî!
îḧtîramî ehlî dił efzûn deka endûhî ’îşq
qelbî bê qîmet le botey mîḧneta îksîrî dî
qîsmetî to her çî bû salimNasnava edebî heta hatî nema
maderî dunya le sistîy talî’it wa dîrî dî